Rêveberiya Xweser: Ji ber êrişên Tirkiyeyê nîvê sektora elektirîkê wêran bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser radigihîne, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyeyê, zêdetirî nîvê santralên elektrîkê wêran bûne.

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser rapora xwe ya derbarê ziyanên ku ji ber êrişên Tirkiyeyê gihiştine sektora elektirîkê eşkere kir.

Hevserokê Desteya Enerjiyê Ekrem Silêman diyar kir, ji ber êrîşên Tirkiyê santralên Qamişlo, Tirbesipiyê, Amûdê û Bendava Rojava bi temamî zerar dîtine û êdî nikarin elektrîkê hilberînin.

Silêman amaje bi wê yekê jî kir, ji ber dorpêçên li ser Rojavayê Kurdistanê, ew nikarin van santralan nûjen bikin û demjimêrên dana elektrîkê gelekî kêm bûne.

Bi gotina Silêman, niha tenê 35 megawat elektrîk bi rêya bendavên Tişrîn, Firat, Horiye û Siwêdiyê tên berhemanîn û ev jî têra herêmê nake.

Pêştir jî Rêveberiya Xweser ragihandibû, artêşa Tirkiyeyê ji 5 heta 9′ê Cotmehê, 580 êrişên asmanî û bejahî ji Dêrikê heta bi herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê pêk anîn.

Rêveberiya Xweser dabû zanîn, di ancama êrişan de: 44 kes hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn. Herwiha zêdetirî milyarek dolar ziyan gihîştiye jêrxaneyê.