Lêkolîner: Ji ber çaresernebûna pirsa Kurdî, Tirkiye nekariye bibe dewleteke bihêz

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Piştî 100 salên Komara Tirkiyeyê, Kurdên ku di pêvajoya damezirandina Tirkiyeyê de roleke bibandor lîstine, hîn jî negihiştine mafên xwe yên rewa û li gorî lêkolîneran ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve, pirsgirêka herî mezin pirsa Kurd e.

Sed sal ji ser damezirandina Komara Tirkiyeyê derbas dibin. Komara Tirkiyeyê di 29ê cotmeha sala 1923yê de piştî Peymana Lozanê ji aliyê Mustafa Kemal Ataturk ve hat ragihandin. Komara Tirkiyeyê li ser zemîna belavbûna Împaratoriya Osmaniyan hat avakirin. Neteweya Kurd a ku erdnîgariya wê di dema Osmaniyan de wek Kurdistan dihat binavkirin di Komara Tirkiyeyê de nehat dîtin. Ji ber tinehesibandina Kurdan jî, Kurdan ev yek qebûl nekir û bi vê yekê ve girêdayî jî pirsgirêka Kurd heta roja me dom kir. Lêkolîner balê dikêşin ku Mistefa Kemal bi xwe ji bo damezirandina dewleta nû alîkarî ji Kurdan xwestibû.

Lêkolîner û niviskar Kerem Serhedî ji K24ê re got: “Dema Kemal dest bi tevgerê kir ji beg û axayên Kurdan re 14 name şandin. Di nameyan de bang li begên Kurdan dikir, digot werin em Kurdistanê rizgar bikin. Kurd di Kongreya Erzirom û Kongreya Sêwasê de endam bûn. Kurdan damezirandina komarê de alîkarî dan; lê piştî komar hat damezirandin Kurd hatin înkarkirin.”

Di dîroka Komara Tirkiyeyê de, 2 alî rastî zilm û tedariyê hatin ku yek ji wan Kurd bûn û yek jî muahafazak ango aliyên oldar bûn. Li dijî van herdu aliyan 1960î de derbeya leşkerî, 1971ê de mudaxaleya leşkerî, 1980î de derbeya leşkerî û 1997ê de jî mudaxaleya leşkerî pêk hat ku ji ber vê van bûyeran desthilatên  muhafazakar bi çaveke erênî li komarê nanihêrin.

Rêveberê AK Partiya Diyarbekir Zekî Akkoç dibêje: “Mexdurên herî mezin ên Komara Tirkiyeyê Kurd in û bawermend in. Ji rojhilatê Firadê pê de herkes wek dijmin hatin dîtin. Kurd rastî nefîbûnê hatin ji warên xwe hatin derxistin. Ev yek bêedaletiyek mezin derxistiye holê.”

Lêkolîner siyasetmedarên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne ku di warê geşepêdana aboriyê de jî komara Tirkiyeyê cudahî xistiye navbera Kurdan û bajarê Rojavayê Tirkiyeyê de û ji ber ku pirsa Kurd nehatiye çareserkirin, komara Tirkiyeyê negihiştiye armancên xwe yên aboriyê.