Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pirsa mûçe û bûdceyê sibe serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe 30î Cotmehê roja serdana Bexdayê bike û li ser bûdce û mûçeyan gotûbêjan dike.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab sibe serdana Bexdayê dike û pirsa mûçe û bûdceyê bi berpirsên hikûmeta Iraqê re gotûbêj dike.

Ev di demekê de ye ku vê mehê careke din şandina 700 milyar dînarên ku hikûmeta Iraqê weke deyn ji Herêma Kurdistanê re dişîne hat paşxistin.

Hikûmeta Iraqê berî niha birê 700 hezar dînar wek qerz ji bo çend mehan ji Herêma Kurdistanê re dişand, ew jî heta ku yasaya bûdceya Iraqê were cîbicîkirin û pişka Herêma Kurdistanê were xerckirin.

Roja 18ê vê mehê, şandeke Hikûmeta Herêmê li Bexdayê bi Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û Wezîrê Darayî re civiyabû û derbarê mûçe û hejmara mûçeyên karmendan de agahî û zanyariyên berfereh pêşkêşî wan kiribû.

Duhî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekê de ragihandibû, diviyabû heftiya borî 700 milyar dînar bihata şandin û wan dest bi dabeşkirina mûçeyan bikira, lê dîsa şandina pereyan bi derengî ket.

Got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demên borî de, niyeta xwe ya zelal nîşan da ku bi hikûmeta federal re lihev bike. Tiştek li pêşiya me nemaye ku bikin, lê eger rewş wiha berdewam bike, em nikarin bêdeng bimînin.”