Bi dronan êrîş li Baregeheke Amerîkî li Hesekê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Şedadê ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li başûrê Hesekê bi du dronan hat armanckirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, mîlîşyayên ser bi Îranê ve bi riya dronan êrîşî baregeha Şedadê ya Hevpeymaniya Navdewletî kirin û dengê teqînan ji wê baregehê hat bihîstin.

Çekdarên ku xwe wek “Berxwedana Îslamî” didin nasîn ragihand, wan bi du dronan baregeha Şedadê kirine armanc.

Şeva borî jî heman komê, baregeha Tinifê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li başûrê Sûriyê kiribû armanc.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji 19ê vê mehê ve, 14 caran baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatine armanckirin.

Ji piştî şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, êrîşên li ser baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Roja 26ê Cotmehê, Berdevkê Pentagonê Pat Ryder aşkere kiribû, 21 serbazên wan di êrîşên li ser baregeha Eyn Esedê li Îraqê û Tinifê li Sûriyeyê de, bi sivikî birîndar bûne.

Pat Ryder bal kişand ser wê yekê jî, ew ê bergiriyê ji hêzên xwe bikin û her tiştek pêwîst bike, dê ji bo parastina hêzên xwe li Rojhilata Navîn bikin.