Kurdistan24 ji aliyê Peymangeha Pêgehandina Ragihandkarên Iraqê ve hat xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwendekar û mamostayên Peymangeha Pêgehandina Ragihandkarên Iraqê îro 29ê Cotmehê serdana baregeha Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê li Hewlêrê kirin.

Peymangeha Pêgehandina Ragihandkarên Iraqê, Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê Ehmed Zawîteyî wek kesayetiya herî baş a îdarî ya salê xelat kir.

Zawîteyî derbarê wergirtina xelatê de got: “Ez gelekî kêfxweş im bi wergirtina vê xelatê. Ev xelat ne tenê bo min e, ew ji bo hemû karmend û tîmên Kurdistan24ê ye. Em weke tîm li Kurdistan24ê kar dikin û ev xelat berhema xebata me hemûyan e.”

Herwiha tekez kir: “Em bi berdewamî hewl didin ku bername û ramanên nû pêşkêşî bîner û xwendevanên xwe bikin. Me di dema borî de guhertinên girîng pêk anîn, helbet ji bo demsala nû, planên me yên nû hene.”

Diyar kir jî: “Em weke Kurdistan24 girîngiyeke mezin didin kalîteya nûçeyan. Heta ku em ji çavkaniyan piştrast nebin, em nûçeyan naweşînin. Ev jî bingeha xebata Kurdistan24ê ye.”

Ji aliyê xwe ve, Peymangeha Pêgehandina Ragihandkaran Dr. Ehmed Şewqî got: “Di sala borî de dema ku rojnamevanê jêhatî Ehmed Zawîteyî bû Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê, me guhertineke mezin di Vê saziyê de dît.”

Got: “Me biryar da ku Ehmed Zawîteyî xelat bikin, ji ber xizmetên wî di warê rojnamevanî û ragehandinê de li seranserî Iraqê, ku salên dirêj di çendîn kovar, rojname û dezgehên ragehandinê yên erebî de kar kiriye.”

Amaje bi wê jî kir: “Zawîteyî di sala borî de, guhertinên rîşeyî di kanalê de kir, bernameyên nû lê zêde kir, dem û awayê pêşkêşkirina nûçeyan guhert, girîngiyek mezin daye ciwanan, rûyekî nû derxistiye ser ekranê û helbet zêdetir bala xwe daye malper medyaya civakî ya Kurdistan24ê.”

Her di vê merasîmê de, Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Şivan Cebarî jî, wek baştirîn peyamnêrê salê li Iraqê hat xelatkirin.

Dr. Ehmed Şewqî got: “Ji ber ku navenda saziya me li Bexdayê ye, em rojane karê Şivan Cebarî dibînin, ew bi profesyonelî kar dike û hewl dide ku dengê her kesî bê cudahî bigihîne.”

Peymangeha Pêgehandina Ragihandkaran navenda wê li Bexdayê ye, li 15 parêzgehên Iraqê şaxên wê hene, ji aliyê Yekîtiya Rojnamevanên Iraqê ve hatiye pejirandin û li Wezareta Rewşenbîrî jî hatiye tomarkirin. Her sal her du xelatan “Baştirîn Kesayetiya Îdarî ya Salê” û “Baştirîn Peyamnêrê Salê li Iraqê” belav dike, îsal jî her du xelat pêşkêşî Kurdistan24 hatin kirin.

Rêbaza Karkirina Kurdistan24

Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê navendeke medyayî ya bêalî û pîşesazî ye, kar ji bo wê yekê dike ku bi awayekî bêalî nûçe û zanyariyên rast bo zêdetirîn temaşevanên Kurd-ziman li navçeyê veguhêze.

Bi rêya toreke medyayî ya rêkxistî (televîzyon, radiyo, malper) bi her du zaravên (Kurmancî û Soranî) bi zimanê Kurdî weşanê dike. Malpera me jî bi zimanên (Kurdî, Ingilîzî, Tirkî û Erebî) kar dike.