Artêşa Israîlê: Di dema 24 seetên borî de me 450 armanc li Xezzeyê hingaftine

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Israîlê bi sedan bingehên Bizava Hemasê bombebaran dike û zêdetir serbazan dişîne Xezzeyê.

Artêşa Israîlê ragehand, di dema 24 seetên borî de me 450 armanc li nav axa Xezzeyê hingaftine ku piraniya wan bingehên Serkirdetiya Bizava Hemasê û cihên avêtina moşekên dijetank bûn.

Artêşa Israîlê di beyannameyekê de ragehand, şeva borî hêzeke zêdetir a peyayan şandiye bereyên şerî. Li gor çend vîdyoyan jî, ku bi wê beyannameyê re hatine parvekirin, derdikeve ku hejmareke zêde ya tank û zirîpoşan bi wê hêzê re li ser deverên cuda cuda yên bereyên şerî hatine parvekirin.

Piştî ku Bizava Hemasê bi zêdetirî 5 hezar moşekan li roja 7ê Cotmeha 2023ê êrîş kir ser Israîlê, ev ji bo heyama 23 rojan e ku Israîl bê rawestan deverên cuda cuda yên Xezzeyê bi êrîşên asmanî û moşekbaranan dike armanc. Heta niha zêdetirî 8 hezar kesan li Xezzeyê hatine kuştin û piraniya êrîşan jî ji bo ser bakûrê Xezzeyê ne.