Ewadî: Daxistina balyozxaneya Amerîkayê dê Îraqê wêran bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Îraqê ragehand ku daxistina balyozxaneya Amerîkayê dê Îraqê wêran bike.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ragehand, derxistina biryara daxistina balyozxaneya Amerîkayê dê Îraqê ber bi wêranbûnê ve bibe û dê bandoreke nerênî ya gelek mezin li ser peywendiyên Îraqê yên derve hebe.
Wî amaje da wê yekê jî ku derxistina biryareke ji wî rengî dê lihevkirina sitratejî ya navbera Waşinton û Bexdayê nehêle, ji ber ku Îraqê hejmareke pabendiyên navdewletî heye û divê pabend be.
Herwesa Ewadî got: Dema me biryara balyozxaneya Swêdê derxist, balyozên piraniya welatan peywendî bi me kir û daxwaz kir ku em şandiyên wan ên diplomasî biparêzin.
Ev daxuyaniya Ewadî di demekê de ye, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz ji hikûmet û perlemanên Îraqê kiriye ku balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê ji ber piştevaniya wê ji bo Israîlê dabixin.