Li Dêrazorê 26 kes di şerê di navbera çekdarên xwecihî û HSDê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama bombebaran, pevçûn û êrîşên di navbera çekdarên xwecihî yên ser bi rêjîma Sûriyê ve û HSDê de, 26 kes li gundewarê Dêrazorê hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, hêzên xwecihî bi piştevaniya hêzên rêjîmê, duhî bi top û mûşekan êrîşî gund û bajarokên Ebû Herdûb, Zîban û Ebû Hemam kirin.

Diyar kir jî, hêzên HSDê hewldanên derbasbûna wan çekdaran têk birin û di encamê de, şer û pevçûn di navbera wan de derketin.

HSDê aşkere kir, di encama wî şerî de, 3 çekdarên HSDê û 4 sivîl hatin kuştin û 10 sivîl birîndar bûn. Herwiha 19 çekdarên ser bi rêjîmê ve jî di wî şerî de hatin kuştin û 20 çekdar birîndar bûn.

Ji dawiya Tebaxa borî ve, ji encama girtina Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewle ji aliyê HSDê ve, şer û alozî di navbera HSD û çekdarên xwecihî derdikevin.

Wê demê şêxê eşîra El-Eqîdet li Dêrezorê Îbrahim El-Hefil li dijî hêzên HSD’ê derket. HSDê jî ji aliyê xwe ve got, El-Hefil serokê fitneyê ye û êdî ji aliyê hêzên wan ve tê xwestin.

Piştî ku HSD’ê roja 6ê Îlonê bajarokê El-Zîbanê, navenda El-Hefil kontrol kir, şopa wî winda bû û berî demekê dîsa derket û gefa derxistina HSD’ê ji herêmên wan xwar.