Îsraîl xalên artêşa Sûriyê li parêzgeha Der’ayê topbaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îsraîlê 2 xalên artêşa Sûriyê li parêzgeha Der’ayê ya li başûrê Sûriyê bombebaran kirin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderî leşkerî ragihand, Îsraîlê îro demjimêr 01:35 ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û 2 xalên artêşa li derdora Der’ayê kir armanc.

Li gorî wî jêderê leşkerî, di encama êrîşa Îsraîlê de, tenê ziyanên madî derketine.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got: “Firokeyeke şer a artêşa Îsraîlê sekoyên avêtina mûşekan li Sûriyeyê bombebaran kir, ku ji wan ve mûşek ber bi xaka Îsraîlê ve avêtibûn.”

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji girê Cimoh ê li parêzgeha Derayê êrîşeke mûşekî li ser Golanê hate kirin û di bersivê de jî, Îsraîlê girê Cimoh topbaran kir.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşa Îsraîlê de, kuştî û birîndar di nava artêşa Sûriyê de hene.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.