“Di êrîşên li ser Xezzeyê de, 35 rojnamevan hatine kuştin”

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta li Xezzeyê ragihand, ji ber êrîşên Îsraîlê ji 7ê Cotmehê heta îro, 35 rojnamevan li Kerta Xezzeyê hatin kuştin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê îro Duşemê ragihand, di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê cotmehê ve li ser Kerta Xezzeyê, herî kêm 35 rojnamevan hatine kuştin.

Nivîsgeha Ragihandinê navên rojnamevanên ku di êrîşan de hatin kuştin jî eşkere kirin û diyar kir jî, rojnamevanek li ser sînorê Libnanê ji aliyê hêzên Îsraîlî ve hatiye kuştin.

Ev di demekê de ye, hewldanên civaka navneteweyî ji bo ragihandina agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de, gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê û azadkirina dîlên Îsraîlî berdewam in.

Roja 7ê Cotmehê, çekdarên Hemasê bi mûşekan êrîşê Israîlê kirin, têla sinorî ya di navbera Xezzeyê û komelgeha Cihûyan de birîn, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin.

Li gorî amarên dawî yên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hatine eşkerekirin, di êrîşên Îsraîlê de, 8050 kes hatine kuştin û 19 hezar û 450 kes jî birîndar bûne.

Li hemberê jî û li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, 1400 Îsraîlî hatine kuştin, 5132 kes jî birîndar bûne û 229 jî kes wek dîl hatine girtin.