Piştîwan Sadiq ji xwendekarên zanîngehan re: Em serkeftina Kurdistanê di çavên we de dibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê di civînekê de li gel xwendekarên zanîngehan got: “Em serkeftin û paşeroja geş a Kurdistanê, di çavên we de dibînin.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro li zanîngeha Newrozê bi xwendekarên re civiya û gotarek pêşkêş kir.

Piştîwan Sadiq got: “Ez kêfxweş im ku bi xwendekarên zanîngehê re hevdîtinê dikim. Bi rastî em di çavên we de serkeftin û paşerojeke geş a Kurdistanê dibînin.”

Got jî: “Her miletek eger nasnameya wê tune be û neteweya neparêze, nikare şiyanên xwe berceste bike û dabîn bike, ji ber wê jî her neteweyek bê welat û bê nasname, herdem şerpeze û perçe dibe.”

Piştîwan Sadiq bang li xwendekaran kir û got: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji we dikin ku girîngiyê bidin şiyanên xwe. Derçûyê zanîngehê eger bê zanist be, dê nikaribe xizmeta xwe û welatê xwe bike.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî got: “Ne tenê erkê hikûmet û partiyan e ku nasnameya me biparêzin, erkê we ye jî bi bîr û hestên xwe yên netewî, vê nasnameyê biparêzin.”

Her wiha got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek kar û xizmet kirine û hê jî gelek kar hene ku bên kirin, ji ber wê jî divê em hemû bi hev re bi hesta berpirsyariya niştimanî kar ji bo parastina qewareya Herêmê bikin.”