Li Qamişloyê pêşangeha pirtûkan hatiye vekirin

Dîmenekî Pêşangeha Qamişloyê ya Pirtûkan
Dîmenekî Pêşangeha Qamişloyê ya Pirtûkan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişloyê gera 7ê ya pêşangeha pirtûkan hatiye vekirin û dê ji bo dema 4 rojan berdewam be.

Pêr roja Şemiyê, 28ê Cotmeha 2023ê, gera 7ê ya pêşangeha Qamişloyê ya pirtûkan li bajarê Qamişloyê li bin dirûşmê “Xwendin Ronahî ye” hatiye vekirin û biryar ji bo dema 4 rojan berdewam be.

Li gor zanyaran, nêzî 60 weşanxaneyan tevlî vê pêşangehê bûne û nêzî 140 hezar pirtûkan hatine berçavkirin.

Gelek nivîskar jî tevlî wê pêşangehê bûne û ji astê wê razî nînin. Ew dibêjin ku amadekariyên vê pêşangehê ji ber rewşa ewlehiya deverê ne di astê pêdivî de ne.

Ciwan Silo yek ji wan nivîskaran e, dibêje: Ev ji bo cara yekê ye ku weşanxaneyên welatên Erebî û biyanî tevlî vê pêşangehê dibin, ji Îtalya, Belçîka, Libnan, Îmaratê û hin welatên din.

Herwesa ew amajeyê dide wê yekê jî, nivîskar û pişkdarên vê pêşangehê dibînin ku vekirina vê pêşangehê ji bo behskirin berhemên rewşenbîeî derfet e.

Nêrgiz Ismaîl jî ku edîtora kovara Afaq Elmera ye dibêje: Ji sala 2017ê ve bi awayekî salane pêşangeha pirtûkan li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.

Herwesa ew amajeyê dide wê yekê ku ev pêşangeh îsal li bin dirûşmê “Xwendin Ronahî ye” hatiye vekirin û dê ji bo dema 4 rojan berdewam be.

Ev sala 7ê ye ku ev pêşangeh li Qamişloyê tê vekirin û xelk ji hemî texên civakê berê xwe dide wê. Ji bilî pirtûkan, kar û çalakiyên cuda cuda jî tên kirin û hindek nivîskar jî kitêbên xwe li wê derê îmza dikin.