Şerîf Silêman: Em daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dikin ku li ser mijara vegerandina bi zorî ya Êzidiyan peywendiyê bi Hikûmeta Almanyayê re bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Perlemanterekî Îraqê daxwazê ji Hikûmeta Îraqê bi giştî û Serokwezîrê wê bi taybetî dike ku peywendiyê bi welatên Ewropayê û taybet Almanyayê re bike ji bo ku penaberên Êzidî bi zorî venegerînin.
Îro roja Duşemê, 30ê Cotmeha 2023ê, Perlemanterê Îraqê Şerîf Silêman ragehand, daxwazê ji Hikûmeta Îraqê bi giştî û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bi taybetî dikin ku peywendiyê bi welatên Ewropayê û taybet Almanyayê bikin ji bo ku penaberên Êzidî bi zorî venegerînin.
Herwesa Şerîf Silêman amaje da wê yekê jî ku nêzî deh salan e Êzidî tûşî gelek nexweşiyan bûne û ji warê wan hatine derbiderkirin, bi rengekî ku heta niha 60 hezar ji wan li nav kempên Herêma Kurdistanê dijîn, sê hezar heta niha winda ne û çarenivîsa wan diyar nîne, herwesa ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tûşî gelek rengên tawanên dijî mirovatiyê bûne.
Wî perlemanterî behsa wê yekê jî kir ku heta niha rewşa ewlehî û civakî û siyasî û aborî û serbazî ya Şingalê seqamgîr nîne, lewma vegerandina wan penaberan ji bo cihên wan li wan sinoran dê rewş û jîn û jiyar û silametiya wan zêdetir bixe metirsiyê û gefên cuda cuda.
Şerîf Silêman tekez jî kir ku heta niha lihevkirina Şingalê nehatiye bicihanîn, ev jî dê mezintirîn astengê ji bo paşeroj û çarenivîsa xelkê Şingalê çê bike. Herwesa wî daxwaz ji Hikûmeta Îraqê û Wezareta Derve jî kir ku ji dil kar bikin û peywendiyê bi Almanyyaê û welatên din ên Ewropayê bikin ku Êzidiyan bi zorî venegerînin cihên wan.