Mesrûr Barzanî salvegera 8ê ya damezrandina Kurdistan24ê pîroz dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî salvegera 8ê ya damezrandina Kurdistan24ê pîroz dike û dibêje, “bi helkefta salvegera 8ê ya damezrandina dezgeha Kurdistan24ê ji bo lêkolînan û ragehandinê û destbikarbûna kanala Kurdistan24ê, ez gerimtirîn pîrozbahiyan arasteyî rêveberê giştî û tevaya karmendên Kurdistan24ê dikim û daxwaza serkeftin û pêşkeftinên zêdetir ji wan re dikim”.

Di pareke din a peyama serokwezîrî de hatiye: “Kurdistan24 berî heşt salan di demekê de hat damezrandin ku hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bi serkirdetiya cenabê Serok Mesûd Barzanî li beranberî teroristên DAIŞê di berhingariyê de bû û bergirî ji ax û xelkê Herêma Kurdistanê dikir, ku tevaya Pêşmergeyên qehreman dastan û qehremaniyên mezin tomar kirin û efsaneya DAIŞê pûç kir. Kurdistan24 jî bûbû dike û dengê Pêşmergeyan û serkeftinên Pêşmergeyan ên bêhempa gehandin cîhanê”.

Herwesa Mesrûr barzanî dibêje: Ez hêvîdar im Kurdistan24 bi rengekî pîşeyî li ser bicihanîna erkê xwe yê ragehandinê di hişyarkirina civakê û pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane û gehandina rastiyan li ser bingeha rastgoyî û berpirsatiya neteweyî û tekezkirina maf û destkeftên gelê Kurdistanê berdewam be.

 

Damezrandina dezgeha Kurdistan24ê ji bo lêkolîn û ragehandinê

Îro heşt sal bi ser damezrandina dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê re derbaz bûn. Kurdistan24ê di vê heyamê de wekî medyayeke profesyonal kariye bi rengekî profesyonal li Kurdistanê û deverê û cîhanê nûçe û zanyaran veguhêze û roleke giring di pirsên neteweyî de hebûye.

Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a peyamnêran li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bi lez û bi rengekî bêalî li dû rûdanan diçe û lidûçûneke hûr a çirke bi çirke li ser wan mijaran heye yên ku ji bo pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê giring in, hevsengî û babetîbûn û berpirsyarîtî di romal û lidûçûnên rojnamevanî de bi cî tîne û li gor standerdên berbelav ên medyayî û etîkên rojnamevaniyê kar dike.

Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyanê, aştiyê, demokrasiyê, dadperweriyê û parastina mafên mirovan li Kurdistanê kar dike. Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda jîngehparêziyê, perwerdeyeke tendirust û bilindkirina hesta kitekesan ji bo axê û neteweyê kar dike.

Kurdistan24 mafê diyarkirina dîtin û nerînan ji bo hemî pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê û deverê, bi cudahiyên hizirî û olî û mezhebî û neteweyî ve, misoger dike, herwesa berdewamiyê dide hizira serxwebûnê li Kurdistanê.

Dezgeha Kurdistan24ê li 31/10/2015ê hatiye damezrandin, bi rêya kanala tilevizyonê û platformên medyaya civakî û radyoyê bizav kiriye ku bi rengekî pîşeyî û neteweyî serederiyê bi nûçe û zanyaran re bike. Kurdistan24 di dema karkirinê de bûye çavkaniya medyayên cîhanî jî.