Qubad Talebanî Pîrozbahiyê li Kurdistan24ê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya heştemîn salvegera damezrandina kenala Kurdistan24ê, pîrozbahî li karmendên Kurdistan24ê kir.

Qubad Talebanî got: “Pîrozbahiyê li kanala Kurdistan24ê û xebatkarên we dikim, hêvîdar im hûn di karê xwe de berdewam bin û nûçeyan bighînin gelê Kurdistanê.”

Îro heşt sal bi ser damezrandina dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê re derbaz bûn. Kurdistan24ê di vê heyamê de wekî medyayeke profesyonal kariye bi rengekî profesyonal li Kurdistanê û deverê û cîhanê nûçe û zanyaran veguhêze û roleke giring di pirsên neteweyî de hebûye.

Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a peyamnêran li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bi lez û bi rengekî bêalî li dû rûdanan diçe û lidûçûneke hûr a çirke bi çirke li ser wan mijaran heye yên ku ji bo pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê giring in, hevsengî û babetîbûn û berpirsyarîtî di romal û lidûçûnên rojnamevanî de bi cî tîne û li gor standerdên berbelav ên medyayî û etîkên rojnamevaniyê kar dike.

Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyanê, aştiyê, demokrasiyê, dadperweriyê û parastina mafên mirovan li Kurdistanê kar dike. Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda jîngehparêziyê, perwerdeyeke tendirust û bilindkirina hesta kitekesan ji bo axê û neteweyê kar dike.