Kurdistan24 ji bo navxwe û derveyê Kurdistanê bûye çavkaniyeke bawerpêkirî

Heşt sal bi ser karkirina Kurdistan24ê re derbaz dibin
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro heşt sal bi ser karkirina Kurdistan24ê re derbaz dibin, dezgeha Kurdistan24ê ku li roja 31ê Cotmeha 2015ê hatiye damezrandin bi rêya kanala tilevizyonê û platformên medyaya civakî û radyoyê bizav kiriye ku bi rengekî pîşeyî û neteweyî serederiyê bi nûçe û zanyaran re bike. Di vê demê xwe ya karkirinê de, Kurdistan24ê hejmareke zêde ya romalan di warên cuda cuda de pêşkêş kiriye.

Kurdistan24ê wekî helgira peyama neteweyî û serbixweyî karî piraniya karên xwe ji bo wî warî terxan bike, û ew yek di tevaya bizav û bernameyên wê de reng vedide.

Baweriya bîner, guhdar û xwîneran li cem dezgeha Kurdistan24ê giring e û medyakarên wê bi rengekî pîşeyî kar dikin, lewma jî wekî dezgehekî neteweyî tê naskirin û rol û bandora wê jî berçav bûye. Kurdistan24ê kariye di vê heyamê de bi rengekî pîşeyî li Kurdistanê û deverê û cîhanê nûçe û zanyaran veguhêze û roleke giring di pirsên neteweyî de hebû.

Armanca mezin a Kurdistan24ê rastgoyî ye bi bîner, guhdar û xwîneran re. Mimkin e desteya nûçesaz û peyamnêran nekarin hemî rastiyan peyda bikin lê ya giring e ew ku ew tiştên pêşkêş dikin rast û durist û wekî xwe bin.

Kurdistan24ê di dema heşt salên karkirina xwe de kariye bi rêya toreke berfireh a peyamnêrên xwe li bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê, Îraqê, Tirkiyeyê, Rûsyayê, welatên Ewropayê, welatên Erebî û wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê amadeyiyeke berçav hebe. Ne tenê di nûçeyên girêdayî Îraq û Herêma Kurdistanê de, belkî gelek caran Kurdistan24ê di veguhastina nûçeyên welatên derdorê û deverê jî de roleke giring gêraye û bûye çavkaniyeke bawerpêkirî, lewma gelek caran ajansên navdar ên taybet bi nûçeyan pişta xwe bi wêne û vîdyoyên Kurdistan24ê gerim dikin.

Kurdistan24 hevsengî û babetîbûn û berpirsyarîtiya di romal û lêkolînên rojnamevanî de bi cih tîne û li gor standardên berbelav ên medyayî û etîkên rojnamevanî kar dike. Çanda lêborînê, pêkvejiyanê, aştiyê, demokrasiyê, dadperweriyê û parastina mafên mirovan li Kurdistanê, herwesa belavkirina çanda jîngehparêziyê û bilindkirina hesta kitekesan ji bo axê û neteweyê yek ji bingehên serekî yên karê Kurdistan24ê ye.

Kurdistan24 mafê diyarkirina dîtin û nerînan ji bo hemî pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê û deverê, bi cudahiyên hizirî û olî û mezhebî û neteweyî ve, misoger dike û herwesa berdewamiyê dide hizira serxwebûnê li Kurdistanê. Wekî medyayên hevçerx, Kurdistan24ê jî di karkirinê de pişta xwe bi pirinsîpên pîşeyî yên rojnamevaniyê bestiye û bi alav û teknolojiya hevçerx kar dike. Di gotarên wê jî de bingehên neteweyî û armancên gelê Kurdistanê reng vedidin.

Bi gotina welatiyan, Dezgeha Kurdistan24ê di demeke kurt de karî bibe yek ji serekîtirîn kanalên asmanî yên Kurdistanê û yek ji çavkaniyên nûçe û zanyarên rast û durist li ser rûdanên navxweyî û navdewletî, gelek caran jî ji bo medyayên cîhanî bûye çavkanî.

Kurdistan24 her li ser rastgoyî û pirinsîpên xwe yên neteweyî gelek caran keftiye ber êrîşan û hatiye armanckirin, lê zêdebarî wan hemî êrîş û givaştinên ku li ser wê hene, li ser karê xwe yê pîşeyî berdewam e û dê her ew sekoya medyayî be ya ku Kurdistanî û hemî cîhan rastiyan tê de dibînin. Ev givaştin wê pal didin ku li ser rêya karkirinê ya pîşeyî berdewam be.