Berdevkê PDKê: Kurdistan24 hest bi berpirsyariya niştimanî û neteweyî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, Kurdistan24 hest bi berpirsyariya neteweyî û berjewendiyên bilind dike û ji ber wê jî dikare bibe cihê baweriya xelkê Herêma Kurdistanê.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed bi boneya 8emîn salvegera damezirandina Kurdistan24ê, pîrozbahî li karmendên Kurdistan24 kir û di daxuyaniyeke taybet ragihand, “Ragihandin li Herêma Kurdistanê xwedî erk û girîngiyeke cuda ye ji welatên din, ji ber ku ji bilî karê nûçeyan û ragihandina bûyeran, erkekî wê ya mezintir jî heye, ew jî parastina destkeftên ku bi xwîn û tekoşînê hatine ye.

Berdevk PDKê her wiha got, civakên li seranserê cîhanê di guherin û pêşveçûnê de ne, ji bo vê yekê jî pêwîst e civaka me ji van guhertinan re amade be, ji bo vê mebestê jî medya dikare vê rolê bilîze û ew pêşhat û guhertinên ku li cîhanê diqewimin, Herêma Kurdistanê jî bigire nava xwe.

Mehmûd Mihemed got, Kurdistan24 dikare bibe yek ji kenalên herî bibandor e baweriya xelkê Herêma Kurdistanê pê heye, ji ber wê jî ew dikare bi wê rola ku pêwîstiya civaka Kurd pê heye, rabe.

Berdevkê PDKê amaje bi wê yekê jî kir, Kurdistan24 li hember berjewendiyên bilind ên netewî, hest bi berpirsyar dike, tevî ku ev jî barê Kurdistan24 û kenalên din ên wek wê giran dike, lê pêwîst e ew bi berpirsyarî ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê kar bikin.