Guhdar Şêxo: Kurdistan24 peyama rast a gelê Kurdistanê ji cîhanê re radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê peyamek belav kir û ragihand: Kurdistan24 gihandina peyama bêalî ya gelê Kurdistanê ye û di şerê dijî terorîstan de, dengê Pêşmerge û peyama rastî ya gelê Kurdistanê gihand cîhanê.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro 31ê Cotmehê di peyamekê de got: “Bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Kurdistan24, em bi germî pîrozbahiyê li hemû karmend û kadroyên wê yên pispor dikin.”

Guhdar Şêxo got jî: “Kanala we di demek guncaw de derket bo gihandina peyama rast a gelê Kurdistanê ji cîhanê re, romalkirina peyama hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de ku baştirîn rûmala niştimanperwerî û bêalî gihand hemû cîhanê.”

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di peyama xwe de hêviya serkeftinê ji Kurdistan24ê re, di kar û xebata pîşeyî ya medyayî de xwast.

Dezgeha Kurdistan24ê li 31/10/2015ê hatiye damezrandin, bi rêya kanala tilevizyonê û platformên medyaya civakî û radyoyê bizav kiriye ku bi rengekî pîşeyî û neteweyî serederiyê bi nûçe û zanyaran re bike. Kurdistan24 di dema karkirinê de bûye çavkaniya medyayên cîhanî jî.