Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Dihokê pîrozbahiya Kurdistan24ê dike

Logoya PDKyê
Logoya PDKyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta salvegera 8ê ya damezrandina dezgeha Kurdistan24ê, Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Dihokê peyameke pîrozkirinê arasteyî rêveber û karmendên dezgehê dike. Di wê peyamê de hatiye, “Em gerimtirîn pîrozbahiyan arasteyî rêveber û karmendên Kurdistan24 dikin”.

Herwesa di peyama Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Dihokê de hatiye: Di salên borî de we karî di çarçoveya etîkên medyayî de bibin deng û rengên tevaya pêkhatên Kurdistanê û mezintirîn baweriyê di navbera xwe û bîneran de peyda bikin.

Amaje daye wê yekê jî ku zêdebarî rûdan û guhertinên deverê, Kurdistan24ê bi çi rengan dest ji xebata xwe ya medyayî bernedaye û nekeftiye bin bandora çi aliyekî.

Dezgeha Kurdistan24ê ji bo lêkolînan û ragehandinê li roja 31ê Cotmeha 2015ê hat damezrandin û ji wê demê ve li ser gehandina nûçe û zanyaran bi rêya medyayên xwe yên cuda cuda, wekî tilevizyon, radio, malper û pilatformên cuda cuda yên medyaya civakî, berdewam e.

Kurdistan24ê wekî medyayeke pirofesyonal di wê demê de karî bi rengekî pîşeyî li Kurdistanê û deverê û cîhanê nûçe û zanyaran veguhêze û roleke giring di pirsên neteweyî de hebûye.

Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a peyamnêran li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bi lez û bi rengekî bêalî li dû rûdanan diçe û lidûçûneke hûr a çirke bi çirke li ser wan mijaran heye yên ku ji bo pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê giring in, hevsengî û babetîbûn û berpirsyarîtî di romal û lidûçûnên rojnamevanî de bi cî tîne û li gor standerdên berbelav ên medyayî û etîkên rojnamevaniyê kar dike.

Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyanê, aştiyê, demokrasiyê, dadperweriyê û parastina mafên mirovan li Kurdistanê kar dike. Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda jîngehparêziyê, perwerdeyeke tendirust û bilindkirina hesta kitekesan ji bo axê û neteweyê kar dike.