Wezîrê Şaredariyê û Serokê Desteya Jîngehê pîrozbahiya Kurdistan24ê dikin

.
.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo gehandina peyama pîrozkirina salvegera 8ê ya damezrandina Kurdistan24ê, doh roja Sêşemê, 31ê Cotmeha 2023ê, Wezîrê Şaredariyê û Geşt û Guzarê Sasan Ewnî û Serokê Desteya Parastin û Çakkirina Jîngeha Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq serdana dezgeha Kurdistan24ê kir û ji aliyê Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî ve pêşwazî lê hat kirin.

Wan herdu aliyan pîrozbahî û destegul pêşkêşî rêveber û karmend û rojnamevanên dezgeha Kurdistan24ê kirin.

Dezgeha Kurdistan24ê ya lêkolîn û ragehandinê li roja 31ê Cotmeha 2015ê hat damezrandin û ji wê demê ve li ser gehandina nûçe û zanyaran bi rêya medyayên xwe yên cuda cuda, wekî tilevizyon, radio, malper û pilatformên cuda cuda yên medyaya civakî, berdewam e.

Kurdistan24ê wekî medyayeke pirofesyonal di van 8 salan de kariye bi rengekî pîşeyî li Kurdistanê û deverê û cîhanê nûçe û zanyaran veguhêze û roleke giring di pirsên neteweyî de hebûye.

Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a peyamnêran li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bi lez û bi rengekî bêalî li dû rûdanan diçe û lidûçûneke hûr a çirke bi çirke li ser wan mijaran heye yên ku ji bo pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê giring in, hevsengî û babetîbûn û berpirsyarîtî di romal û lidûçûnên rojnamevanî de bi cî tîne û li gor standerdên berbelav ên medyayî û etîkên rojnamevaniyê kar dike.

Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyanê, aştiyê, demokrasiyê, dadperweriyê û parastina mafên mirovan li Kurdistanê kar dike. Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda jîngehparêziyê, perwerdeyeke tendirust û bilindkirina hesta kitekesan ji bo axê û neteweyê kar dike.

Wezîrê Şaredariyê û Serokê Desteya Jîngehê pîrozbahiya Kurdistan24ê dikin
Wezîrê Şaredariyê û Serokê Desteya Jîngehê pîrozbahiya Kurdistan24ê dikin
Wezîrê Şaredariyê û Serokê Desteya Jîngehê pîrozbahiya Kurdistan24ê dikin
Wezîrê Şaredariyê û Serokê Desteya Jîngehê pîrozbahiya Kurdistan24ê dikin