Çend alî salvegera 8ê ya Kurdistan24ê pîroz dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqa 8ê ya PDKyê li Zaxoyê û endamekî Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk-Germiyanê ya PDKyê û çend aliyên din salvegera 8ê ya Kurdistan24ê li rêveber û karmendên wê pîroz dikin.

Berpirsê Liqa 8ê ya PDKyê li Zaxoyê Omer Oreyî di peyamekê de ragehandiye, “ez gerimtirîn pîrozbahiyan arasteyî rêveber û karmend û rojnamevanên Kurdistan24ê dikim, ku di dema borî de xizmteke berçav ji bo pirojeyên xizmetkariyê yên Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kiriye.

Amaje daye wê yekê jî ku Kurdistan24 bi rengekî pîşeyî deng û rengên xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.

Herwesa endamê Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk-Germiyanê ya PDKyê Ebdulrehman Ehmed di peyamekê de ragehandiye, “Em pîrozbahiyê li kanala we ya têkoşer dikin ku herdem wekî Pêşmergeyan li bereyên şerî û li nav teqîn û rûdanên gerim hebûye û we deng û rengên Kerkûka dilê Kurdistanê gehandine.

Ji aliyekî din ve endamê Desteya Kargêrî ya Civata Bilind a Têkoşeran Kerxî Altî Bermax peyameke pîrozbahiyê arasteyî dezgeha Kurdistan24ê kiriye.

Di wê peyamê de hatiye, “Ez gerimtirîn pîrozbahiyan li we dikim, daxwaza serkeftinê ji we re dikim, hûn herdem ji bo gehandina nûçeyên rastîn pêşeng bûne.

Pirofesora arîkar diktor Nehle Efendî jî di peyamekê de ragehandiye, “We herdem bi pirinsîp û etîk karê rojnamevaniyê kiriye, bi hêvî me hûn berdewam bin”.

Ji aliyekî din ve nivîser û rojnamevan Zîrek Kemal jî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kurdistan24ê kiriye. Di peyama wî de hatiye: Ez xweşiktirîn pîrozbahî li we dikim, ev kanal ji bo min herdem mînbereke vekirî bûye û min bi rengekî azad bîr û bawer û dîtin û nerînên xwe tê de diyar kirine. Ez hêvîdar im hûn berdewam di pêşkeftinê de bin”.

Dezgeha Kurdistan24ê ya lêkolîn û ragehandinê li roja 31ê Cotmeha 2015ê hat damezrandin û ji wê demê ve li ser gehandina nûçe û zanyaran bi rêya medyayên xwe yên cuda cuda, wekî tilevizyon, radio, malper û pilatformên cuda cuda yên medyaya civakî, berdewam e.

Kurdistan24ê wekî medyayeke pirofesyonal di van 8 salan de kariye bi rengekî pîşeyî li Kurdistanê û deverê û cîhanê nûçe û zanyaran veguhêze û roleke giring di pirsên neteweyî de hebûye.

Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a peyamnêran li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bi lez û bi rengekî bêalî li dû rûdanan diçe û lidûçûneke hûr a çirke bi çirke li ser wan mijaran heye yên ku ji bo pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê giring in, hevsengî û babetîbûn û berpirsyarîtî di romal û lidûçûnên rojnamevanî de bi cî tîne û li gor standerdên berbelav ên medyayî û etîkên rojnamevaniyê kar dike.

Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyanê, aştiyê, demokrasiyê, dadperweriyê û parastina mafên mirovan li Kurdistanê kar dike. Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda jîngehparêziyê, perwerdeyeke tendirust û bilindkirina hesta kitekesan ji bo axê û neteweyê kar dike.