Bolîvya peywendiyên xwe yên diplomasî bi Israîlê re qut dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Bolîvyayê ragehand ku Hikûmeta Bolîvyayê biryara qutkirina peywendiyên xwe yên diplomasî bi Israîlê re daye, herwesa ew tometbar kiriye ku di êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê de tawanên dijî mirovatiyê kirine.

Pêştir jî Bolîvyayê li sala 2009ê wekî nerazîbûnekê li beranberî êrîşên li ser Xezzeyê peywendiyên xwe yên diplomasî bi Israîlê re qut kiribûn, lê li sala 2020ê careke din dest bi peywendiyên xwe yên diplomasî bi Israîlê re kiribû.

Doh roja Sêşemê, 31ê Cotmeha 2023ê, Serokê Şîliyê Gabriel Boric jî balyozê Israîlê yê welatê xwe ji bo danûstandinan li ser binpêkirina qanûnên mirovî di şerê Xezzeyê de vexwand. Paştir Boric li hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsî, “Em wê êrîşa serbazî bi tundî şermezar dikin, û Şîlî bi nîgeranî çavdêriya wî şerî dike”.

Daxwazkerê Giştî li Dadgeha Tawanên Navdewletî Kerîm Xan, li roja Sêşemê, di kongireyekî rojnamevanî de got: Rêgirtin li pêdivîtiyên hawarhatinê li Xezzeyê dibe tawan. Herwesa got: Divê Israîl bizaveke berçav bike ji bo ku piştrast bibe xwarin û derman digehin xelkê sivîl.

Ev di demekê de ye ku hêzên artêşa Israîlê li roja Duşemê çûn nav Kertê Xezzeyê û herdu bereyên bakurî û başûrî ji hev cuda kirin. Her doh êvarê Israîlê kempa Cebalya jî bombebaran kir û 400 kes kuştin ku piraniya wan jî jin û zarok in.

Ev 26 roj in ku şerê navbera Hemas û Israîlê berdewam e, heta niha zêdetirî 1400 kesan li Israîlê hatine kuştin, zêdetirî heşt hezar kesan li Xezzeyê hatine kuştin û zêdetirî 20 hezar kesan jî birîndar bûne.