Internet li Kertê Xezzeyê hat qutkirin

Dîmenekî Xezzeyê - Wêne: AA
Dîmenekî Xezzeyê - Wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) – Serê sibeha îro roja Çarşemê, 1ê Mijdara 2023ê, internt li tevaya Kertê Xezzeyê hat qutkirin.

Kompaniya peywendiyan a Filistînê parve kiriye ku serê sibeha îro careke din internet li Kertê Xezzeyê bi temamî hat qutkirin ji ber ku moşek bi hindek bingehên wan keftine. Niha jî ew bizavê dikin ku dîsa internetê vegerînin.

Ew kompanî Israîlê tometbar dike ku bi merem internetê li Xezzeyê qut dike, ji bo ku cîhan haydarî wan komkujiyan nebe yên ku li ser destê artêşa wê tên kirin.

Pêştir jî li roja 27ê Cotmeha 2023ê, internet û hêlên peywendiyan li Xezzeyê ji ber êrîşa bejahiyê ya Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê hatin qutkirin lê piştî du rojan karîn internet û hêlên peywendiyan ji bo Xezzeyê vegerînin.

Piştî qutkirina hêlên peywendiyan li Xezzeyê, Elon Musk ê xwediyê kompaniya SpaceXê amadeyiya xwe diyar kir ku bi rêya starlinkê xizmetkariya internetê ji bo tîmên hawarhatinê û Rêkxistinên Navdewletî li Xezzeyê dabîn bike.

Herwesa hejmareke rêkxistinên mirovî û navdewletî jî, wekî Rêkxistina Saxlemiyê ya Cîhanî (WHO), Human Rights Watch û çend rêkxistinekên din nîgeraniya xwe ji qutkirina peywendiyan bi tîmên wan re li Xezzeyê diyar kiribû.