Dijeterora Kurdistanê: Rola K24ê di şerê dijî terorê û dastanên Pêşmergeyan de nayê jibîrkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta salvegera 8ê ya damezrandina Kurdistan24ê, Dijeterora Kurdistanê peyameke pîrozkirinê arasteyî rêveber û karmendên wê kir û ragehand: Em rola we ya mezin wekî dezgeheke medyayî ya neteweyî di şerê dijî terorê û dastanên mezin ên Pêşmergeyan de ji bîr nakin.

Di peyama Dijeterora Kurdistanê de hatiye: Bi helkefta salvegera 8ê ya damezrandina Kurdistan24ê, em pîrozbahiyê li rêveber û tevaya karmendên we dikin. Em rola we ya mezin wekî dezgeheke medyayî ya neteweyî di şerê dijî terorê û dastanên mezin ên Pêşmergeyan de, serederî û xweragiriya we li sengerên bergiriyêû nîşandana qehremaniyên Pêşmergeyan ji bo cîhanê bilind dinirxînin. Em ji bîr nakin ku me bi hev re li sengeran bîranînên xweş ên serkeftina mezin û dastanên me yên mezin tomar dikirin.

Herwesa Dijeterora Kurdistanê ragehandiye, “Em hêvîdar in kanala we li ser wê rêyê berdewam be ya ku ji xwe girtiye, em daxwaza serkeftinê ji we re dikin.

Doh, 31ê Cotmeha 2023ê, 8 sal bi ser karkirina dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê re derbaz bûn. Dezgeha Kurdistan24ê bi rêya kanala tilevizyonê û platformên medyaya civakî û radyoyê bizav kiriye ku bi rengekî pîşeyî û neteweyî serederiyê bi nûçe û zanyaran re bike. Kurdistan24ê di van heşt salan de gelek romal di warên cuda cuda de kirine. Kurdistan24ê wekî helgira peyama neteweyî û serbixweyî karî piraniya karên xwe ji bo wî warî terxan bike, û ew yek di tevaya bizav û bernameyên wê de diyar e.