Çalakvanek: Ji ber komên çekdaran li Kerkûkê madeyên hişber zêde bûne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakvanek li Kerkûkê dibêje: Hebûna komên çekdaran li Kerkûkê sedema zêdebûna rêjeya madeyên hişber e. Pilaneke siyasî ye û dixwazin bi rêya madeyên hişber pirsa neteweyî ji serê ciwanan derxin.

Aheng Enwer çalakvanekî bajarê Kerkûkê ye, ji K24ê re dibêje: Mijara madeyên hişber li Kerkûkê û Kurdistanê bi giştî bûye mijareke metirsîdar û metirsiya wê qet ji metirsiya terorê kêmtir nîne. Madeyên hişber bandoreke zêde xirab li ciwanan dikin, li paşerojê bandora wan dê zêdetir derbikeve.

Herwesa wê got: Bi bawera min ev pilaneke siyasî ye li dijî Kurdan û Kerkûkê bi rengekî taybet tê kirin, ji bo ku ciwan ji pirsên neteweyî û paşeroja welatî bêageh bibin. Herwesa madeyên hişber bûne sedema zêdebûna arêşeyên civakî jî, tabet li navendên dibistan û zanîngehan, ku bûne sedema wê yekê hindek xwendekar ji dibistanan dûr bikevin. Sedemeke din jî bêkariya ciwanan û rewşa ewlehiyê ye.

Aheng amajeyê dide wê yekê jî ku madeyên hişber bi rêya komên çakdar ên neasayî tên nav Kerkûkê. Zalgeh û xalên pişkinînê kontirl nakin, heta astekî ew jî ji bo anîna wan madeyan bo nav Kerkûkê arîkar in.

Herwesa ew çalakvan dibêje: Em rojane bi rêya dadgehan dibînin ku rêjeya wan kesên tûşî madeyên hişber dibin ber bi zêdebûnê ye. Ew ji herdu regezan in û xwendekar jî di nav de hene, lewma ev rêjeya em dibînin li nav civakê metirsî ye.

Ew li ser gotinên xwe zêde dike: Ev bi salan e em li dû vê pirsê diçin, pilaneke mukom heye ji bo tûşbûna ciwanên Kerkûkê. Ji ber ku Kerkûk yek ji wan deveran e yên ku kêşe li ser heye, xelkê vê deverê xelkekî neteweyî ye. Ji bo ku pirsa neteweyî ji serê ciwanan derxin, ev pilan hatiye danan. Aliyê ewlehiyê yê vî sinorî xemsar e, çi pêgavan naavêje ku rêyê li belavbûna van madeyan li Kerkûkê bigire.