Serokê HAK-PARê pîrozbahiyê li Kurdistan24ê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Dûzgûn Kaplan, bi bonaya 8 saliya damezirandina kenala Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Kurdistan24 ku erka xwe eweya bibe dengê Kurdan û bi nûçeyên objektîf weşanê bike heta niha hêjayî bicîh anîye.”

Peyama Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR):

Em 8’emîn salvegera destpêka weşana Kurdistan 24’ê pîroz dikin. Kurdistan 24 ku erka xwe eweya bibe dengê Kurdan û bi nûçeyên objektîf weşanê bike heta niha hêjayî bicîhanîye.

Em di wê baweriyê de ne ku bi helwesta weşangerî ya xwe ya bi prensîb û şefaf ji niha pêda jî bibe dengê Kurd ê bakur û pirsgirêkên kurdên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn bîne rojevê û Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd bi weşangeriya xwe bibe mînak.

8’emîn salvegera destpêka weşana Kurdistan 24’ê pîroz dikim.

Dûzgûn Kaplan

Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)