Fîdan û Abdullahiyan banga agirbestekê bo Xezzeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê banga ragihandina agirbestekê li Xezzeyê kir û got, eger di navbera Hemas û Îsraîlê de rêkeftinek were kirin, ew wekî Tirkiyeyê amade ne bibin garantorê wê rêkeftinê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Abdullahiyan li Enqereyê civiyan û rojeva sereke ya civînê şerê Hemas û Îsraîlê bû.

Fîdan piştî hevdîtina bi Abdullahiyan di civîneke rojnamevaniyê de got: “Îsraîl divê ji wê rêya xwe ya şaş di zûtirîn dem de vegere û dawî bi tûndiyê bîne. Îsraîl divê têbigihe ku bi şerî biser nakeve. Divê li Xezzeyê di zûtirîn dem de agirbets were ragihandin û aştî were mayîndekirin.”

Fîdan tekezî li wê yekê kir: “Nayê qebûlkirin ku hin welat piştgiriya komkûjiya li Xezzeyê bikin û hana bi tûndiyê bidin. Em naxwazin bûyerên li Xezzeyê, veguhêze şerekî ku bandora wê li ser welatên navçeyê bike.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got jî: “Em banga handana aştiyeke mayînde li hemû aktorên navdewletî û navçeyê dikin. Heke rêkeftinek were kirin em amade ne, wekî garantor berpirsiyariyê werbigrin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Abdullahiyan got: “Eger şer dilimdest raneweste, berpirsiyariya derketina rewşê ji bin kontrolê, rasterast dikeve ser milê Amerîka, Îsraîl û yên ku piştgirî didin berdewamiya tawanên şer.”

Got jî: “Ji bo ku şer berfireh nebe, Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî bîrokeya lidarxistina civîneke serokên welatên îslamî, bi armanca rawestandina tawanên şer ji rêberên herêmê re pêşkêş kiriye. Ev bîroke ji aliyê gelek serokên welatên îslamî ve hatiye pêşwazîkirin.”