Rapirsî: Her diçe civak zêdetir di medyaya civakî de dem derbas dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di nava kesên temenê wan navbera 13-30î de ye, rapirsiyek derbarê bikaranîna medyaya civakî de hatiye kirin.  Bal tê kêşan bikaranîna medyaya civakî di nava beşek ji xortan de hatiye wê astê ku wek bikaranîna madeyên hişbirê, jiyana wan pê ve hatiye girêdan û nikarin jê vebin.

Ji aliyê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê ve nevbera 10-22yê cotmehê de li bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn Stenbol, Edene, Izmîr, Wan û Dîlokê rapirsiyek bi 350 kesên temenê wan navbera 13-30î de ye derbarê bikaranîna medyaya civakî de rapirsiyek hat kirin.  Rapirsiyê de %53.8ê beşdaran dibêjin ew rojane navbera 2 û 4 demjimêran dem li medyaya civakî derbas dikin, %22,8ê beşdaran dibêjin rojane navbera 5-7 demjimêran dem derbas dikin, %7ê wan 8-10 demjimêr dem derbas dikin %3.5ê wan didin zanîn ew rojane ji 11 demjimêran zêdetir dem derbas dikin. Kesên medyaya civakî bi kar tînin dibêjin înternet bûye parçeyek ji jiyana wan.

Amadekarên rapirsiyê balê dikêşin ku jiyana beşek ji beşdaran bi medyaya civakî ve hatiye girêdan û eger malbat û mamoste hevsengiyekê navbera jiyana rasteqîn û jiyana înternetê de çênekin dibe ku pêşerojê de bandorên neyînî li ser jiyana nifşên nû çêbin.

Yuksel Genç dibêje: “Em dibînin di qadeke berfireh de înternet tê bikaranîn. Nêrîn, agahî, helwest, raman û hestên mirovan êdî ne di jiyana rasteqîn de, di cîhana înternetê de pêk tên. Ew babetên dibûn mijara fîlmên fantastîk niha jîyana rasteqîn de tên dîtin.”

Li gori rapirsiyê %37.4 ê beşdaran ji 10 salan zêdetir e medyaya civakî bi kar tînin û beşek ji jiyana xwe di înternetê de derbas dikin ku amadekarên rapirsiyê balê dikêşin ev yek pêşerojê de dê bandorê li dêrûniya civakî jî bike.