Amerîka: Ji ber êrîşên rêjîm û Rûsyayê li bakurê rojavayê Sûriyê, 120 hezar kes koçber bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê êrîşên vê dawiyê yên Rûsiya û rêjîma Esed li ser navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê şermezar kir û da zanîn, ew êrîşan bûne sedema koçberkirina 120 hezar kesî.

Balyozxaneya Amerîka duhî 1ê Mijdarê di daxuyaniyekê de got: “Em êrîşên vê dawiyê yên Rûsya û rêjîma Esed li bakurê rojavayê Sûriyê li ser dibistan, navendên bijîşkî û kampeke koçberên navxweyî şermezar dikin.”

Balyozxaneyê diyar kir, êrîşên vê dawiyê yên Rûsya û rêjîma Esed, bûne sedema koçberkirina zêdetirî 120 hezar kesan û kuştina gelek sivîlan.

Li gorî amarên “Koordînatorên Bersivdana Sûriyê”, ji destpêka meha Cotmehê ve heta 26ê heman mehê, hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê bêhtir ji 538 êrîş li ser zêdetir ji 72 gund û bajarokên bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîne.

Herêma “kêmkirina Rageşiyê” ya çaremîn ku bi navê herêma “Pûtîn-Erdogan” tê naskirin, çiyayên bakurê rojhilatê Lazqiyeyê, bakurê rojavayê Helebê, bakurê Hemayê û Idlibê lixwe digire. Sînorên vê herêmê di gera şeşemîn a pêvajoya Astanayê de di Îlona 2017an de hatin xêzkirin.

Di hevdîtina serokên Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a di 5ê Adara 2020an de jî, agirbest li Idlibê hatiye ragihandin.

Lê ev rêkeftin tenê li ser rûpelan maye, ji ber ku rojane şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û milîsên ser bi wê ve ji aliyekî û çekdarên opozîsyonê ji aliyekî din ve li “kêmkirina Rageşiyê” derdikevin û firokeyên Rûsî jî êrîşên asmanî pêk tîne, di encamê de jî ziyanên canî û madî yên giran jê derdokevin.