Herî zêde welatiyên Tirkiyeyê daxwaza panaberiyê ji Almanyayê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koça welatiyên Tirkiyeyê bo Ewropayê bi taybet Almanyayê her zêde dibe û vê carê hejmara welatiyên Tirk yên daxwaza penaberiyê ji Almanyayê dikin, ji hejmara Efxan û Sûriyan zêdetir bûye.

Li gor zanyariyan, tenê meha borî neh hezar welatiyên Tirkiyeyê bi rêyên qaşax ketine nav sînorên Almanyayê û daxwaza penaberiyê ji wî welatî kirine. 

Bi vê yekê, hejmara welatiyên Tirk yên daxwaza penaberiyê ji Almanyayê kirine, ji hejmara Efxan û Sûriyan ku ji şer reviyane derbas kir û herî zêde, welatiyên Tirkiyeyê daxwaza penaberiyê ji Almanyayê dikin.

Rojnameya Almanî “Die Welt” jî dide zanîn, sala borî 40 hezar welatiyên Tirkiyeyê penaberî Almanyayê bûne û eger heye ev hejmar îsal bigihije 100 hezar kesan.

Ev rojnameya Almanî jî, koça welatiyên Tirkiyeyê bo Almanyayê bi du sedemên bingehîn, hilbijartin û helawsanê ve girê dide.

Ji aliyekî din ve, biryareke hikûmeta Almanyayê jî dikare koça welatiyên Tirkiyeyê, zêdetir bike, ku Encûmena Wezîran a Almanyayê projeyasaya ku belgenameya karkirinê dide penaberan, qebûl kir.

Li gorî amarên Ofîsa Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê, di sala 2016an de, Tirkiye li piştî Sûriye, Iraq û Nîjeryayê di rêza çaremîn a daxwaza penaberiyê de bû.