Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyî: Li paşerojeke nêzîk sêvên berwarî Bala dê ji bo derve bên hinardekirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand: Li van nêzîkan dê hejmareke din a kargehan li Herêma Kurdistanê bê vekirin û rêjeyeke baş ji wan kargehan dê li parêzgeha Helebceyê be.

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê Kemal Muslim tevlî Gera Nehê ya Festîvala Hinar û Payîzê bû û di nav wê festîvalê de ji K24ê re got: Em niha amadekariyan ji bo şandina sêvên Berwarî Bala bo derveyî Kurdistanê dikin.

Herwesa Kemal Muslim ragehnad: Ji bo zindîkirina berhemên çandinê an her berhemeke din du rê hene; yek ji wan şandina derve ye û ya din jî pîşesazîkirina wan e. Niha kargehên hevîrê temateyan, zeytûnan, doşava hinaran û berhemên spiyatî hene. Di pilana me de ye ku kargehan ji bo berhemên din jî yên çandinê û pîşesaziya xwarinê li vî sinorî çê bikin.

Herwesa wî amaje da: Livînên bazirganî bi wan rûdanan re ên ku li van deveran qewimîne baş in, wan rûdanan bandoreke xirab nekiriye ser bazirganiya Herêma Kurdistanê bi welatên Ewropayê û Tirkiye û Îranê re. Em ji bo pêşxistina livînên bazirganî bi van welatan re berdewam danûstandinan dikin.

Herwesa wî ron kir: Niha hinar, hijîr, gûz, pitat, şîşik, çîmento û asin ji Herêma Kurdistanê bo derve tên şandin, û amadekarî jî tên kirin ku em sêvên Berwarî Bala bi paketên xweşik bişînin derve.

Herwesa Kemal Muslim ragehand: Li van nêzîkan çend kargeh dê di warên cuda cuda de li Herêma Kurdistanê bên vekirin, ku dibe hejmareke zêde ji wan li parêzgeha Helebceyê bin.