Ji bo ragehandina agirbesta demkî îro Blinken gehişt Israîlê

Antony Blinken / Wêne: AFP
Antony Blinken / Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka şerê Israîl û komên çekdar ên Filistînê heta niha, îro ji bo cara sêyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gehişt Israîlê.

Li dû ragehandina Wezareta Derve ya Amerîkayê, Blinken dê di vê serdana xwe de bi berpirsên Televîvê re danûstandinan li ser pirsa operasiyona bejahiyê ya Israîlê bo ser Xezzeyê û rêkarên azadkirina revandiyan bike.

Herwesa yek ji ecindayên din ên serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Israîlê dê pirsa damezrandina dewleta serbixwe ya Filistînê be.

Piştî Israîlê, biryar e Blinken serdana Urdinê jî bike.

Ji aliyekî din ve, rojnameya New York Timesê parve kiriye ku Blinken dê ji bo wê yekê biçe Israîlê ku agirbesta serbazî ya demkurt rabigehîne, ji bo ku revandî bên rizgarkirin û arîkariyên mirovî jî bigehin Xezzeyê.

Li ser vê pirsê, berpirsên Koçka Spî ji rojnameya New York Timesê re gotiye ku agirbesta demkî ji agirbesta demdirêj cuda ye, îdareya Biden wesa difikire ku Hemas dê mifayî ji agirbesta demdirêj werbigire.

Wê rojnameyê ew yek jî xuya kiriye ku Biden keftiye bin givaştinên navxweyî, ji bo ku bersiva rêkxistinên mirovî bide.

Pêştir jî Blinken li Civata Pîran a Amerîkayê ragehandibû ku divê Israîl welatiyên sivîl li Xezzeyê biparêze, ku girêdayî gehandina arîkariyên mirovî ye.

Li gor ragehandina Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, hejmara kuştiyên wan di vî şerî de heta niha gehiştiye neh hezar û 61 kes.

Piştî ku li roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî, artêşa Israîlê wekî bersivekê rojane êrîşên cuda cuda dike ser Kertê Xezzeyê. Li gor amaran, heta niha 1400 Israîlî di vî şerî de hatine kuştin.