Qazancên kompaniya Apple di çaryeka dawiyê ya îsal de zêde bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Apple a Amerîkayî li roja Pêncşemê ragehand, qazancên wê di çaryeka dawiyê ya îsal de zêde bûne ku ji texmînên The Wall Street Journal zêdetir bûne.

Qazanca wê 22.96 milyar dolar bûye ku dike 1.46 dolar ji bo her parekê, lê di çaryeka çarê ya sala borî de 20.72 milyar dolar bû ku dikir 1.29 dolar ji bo her parekê.

Tê pêşbînîkirin ku ew kompanî ji bo çaryeka çarê ya îsal 1.31 dolaran ji bo her parekê bi dest bixe.

Dahata wê ji bo çaryeka çarê ya îsal bi rêjeya 0.7% kêm kiriye û gehiştiye 89.50 milyar dolaran, lê sala borî 90.15 milyar dolar bû.

Kompaniya Apple kompaniyeke teknolojî ya Amerîkayî ye, amûrên mobîl û aypad û pîstok û demjimêrkan çê dike. Ew her sal li meha Îlonê berhemên nû yên mobîla ayfonê dixe bazaran û zêde tê firotin.