Sedir daxwazekê ji welatên Erebî yên cîranên Filistînê dike

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir
Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwazê ji welatên cîranên Filistînê dike, rêyê bidin Sediriyan ku bi rengekî aştiyane arîkariyên mirovî bigehînin xwecihên Xezzeyê.

Îro roja Înê, 3ê Mijdara 2023ê, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hejmara xwe ya taybet li tora civakî ya “X”ê nivîsiye; Ez daxwazê ji welatên Urdin, Libnan, Misir û Sûriyeyê ên cîranên Filistînê dikim, bi hevahengî rêyê bidin Sediriyan ku arîkariyên mirovî ji av, xwarin û dermanan bigehînin xwecihên Xezzeyê.

Herwesa Sedir dibêje: Ez daxwazê dikim rêyê bidin ku nerazîbûna milyonî li ser sinorê Filistînê bê kirin. Ger razî bibin, ev dê pêngaveke dîrokî be.

Li gor ragehandina Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, hejmara kuştiyên wan di vî şerî de heta niha gehiştiye neh hezar û 61 kes.

Piştî ku li roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî, artêşa Israîlê wekî bersivekê rojane êrîşên cuda cuda dike ser Kertê Xezzeyê. Li gor amaran, heta niha 1400 Israîlî di vî şerî de hatine kuştin.