Pentagon: Her tiştê pêdivî be em dê ji bo parastina hêzên xwe li Îraq û deverê bikin

Pentagon
Pentagon

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragehand ku her tiştê ew bikarin dê ji bo parastina hêzên xwe li deverê bikin. Herwesa wî tekez kir ku hêzên Amrîkayê ji bo nehêlana DAIŞê li Îraqê ne û li ser daxwaza fermî ya wî welatî erkê xwe bi cih tînin.

Roja Pêncşemê, 2ê Mijdara 2023ê, Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê Pat Ryder amaje da wê yekê ku Îran naxwaze Amerîkayî li deverê bimînin û milişiyatên wê jî bizavê dikin ji bo berjewendên xwe şerê Xezzeyê berfireh bikin.

Berdevkê Pentagonê amaje da wê yekê jî ku, her tiştekê pêdivî be Amerîka dê ji bo parastina hêzên xwe li Îraqê û deverê bike, ji bo bersivdanê jî amade ye.

Ew daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ji ber wê yekê ye ku roj bi roj zêdetir êrîş li ser hêzên wan li Îraq û deverê tên kirin.

Li roja 28ê Cotmeha 2023ê, Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyekê de li ser êrîşên wan bo ser bingeh û embarên hêzên çekdarên girêdayî Îranê li Sûriyeyê ragehandibû, “Waşinton amade ye ji bo berhingarbûna gefan zêdetir rêyan bide ber xwe”.

Li gor zanyaran, Amerîkayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de 900 serbaz li Sûriyeyê û 2500 serbaz li Îraqê hene.