Edalet Omer: Îraqê qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên jenosîdan piştguh xistiye

Edalet Omer
Edalet Omer

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîser û lêkolera warê jenosîdan Edalet Omer ragehand ku Îraqê bi rêya Dadgeha Bilind a Îraqê ya Tawanan itîraf bi jenosîdên gelê Kurd kiriye lê li ser wê mijarê “xwe gêj dike”.

Nivîser û lêkolera warê jenosîdan Edalet Omer ji K24ê re ragehand ku bereyê Kurdistanî li li mehên Adar û Nîsanê yên sala 1988ê raportek li ser enfalan pêşkêşî Komisyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî kiribû. Herwesa li sala 1991ê biryara 988ê li ser Kurdan hat îmzakirin. Ew jî pêngaveke mezin bû ji aliyê Civata Ewlehiyê ya Navneteweyî û Neteweyên Yekgirtî ve, ku piştî reva milyonî hêla 36ê ji bo parastina Kurdan dana.

Herwesa got: Rêkxistina Human Rights Watch jî li sala 1992ê raporteke temam li ser jenosîdên gelê Kurd çê kir. Herwesa gelek welatan, wekî Holanda, Norwîj, Brîtaya û Kanadayê li perlemanên xwe itîraf bi jenosîdên Kurdan kiriye. Wê amaje da wê yekê jî ku kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê karî bi rêya Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan bi zanayên jenosîdan re wî karî bikin.

Wê got: Îraqê bi rêya Dadgeha Bilind a Îraqê ya Tawanan itîraf bi jenosîdên gelê Kurd kiriye. Herwesa Kurdan çar dozên jenosîdan (Enfal û Feylî û Helebce) li dadgeha tawanan hene ku itîraf pê hatiye kirin û perlemanê jî pejirandine, lê ya Barzaniyan heta niha jî ji aliyê hikûmetê û perlemanê ve nehatiye pejirandin. Herwesa wê got: Îraq li ser vê mijarê “xwe gêj dike”.

Herwesa got: Ev pêngav gelek giring in, tiştê ji wê giringtir jî ew e ku Rêkxistina Genocide Watch piştevaniya wê doza Kurdan kiriye, û 90 dezgehên cîhanî endamên wê rêkxistinê ne. Ger ew piştevaniya jenosîdên Kurdan bike, yanî 90 dezgehên din jî piştevaniya wê mijarê dikin, lewma jî divê Îraq karî bi biryarên Dadgeha Tawanan a Îraqê bike, ku qerebûkirina madî û mînevî ye û sizadana tawanbaran e jî.

Roja Pêncşemê, 2ê Mijdara 2023ê, Wekîlê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berevan Hemdî di nav geşteke nûçeyan de ji K24ê re ragehand: Ew pirojebiryara ku hatiye pejirandin gelek giring e ji ber ku di dema borî de Hikûmeta Îraqê wekî pêdivî erkên xwe li beranberî qurbaniyan bi cih neanîne. Em neçar kirin ku wê pirojeyê bibin derve ji bo ku ji aliyê welatên cîhanê ve kar li ser bê kirin. Vê yekê jî wesa kir ku Yekîtiya Navneteweyî ya Zanayên Jenosîdan itîrafê bi jenosîdên gelê Kurd bike.