Erdogan: Divê em rola navbeynkariyê ji bo bidawînîna şerê Israîl û Hemasê bigêrin

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro roja Înê, 3ê Mijdara 2023ê, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan ragehand ku serpişkiya niha di şerê Xezzeyê de agirbesta temam e.

Kanala TRTyê ya Tirkiyeyê ji zarê Erdogan di konfiransekê de ragehand, “Bidawîanîna şerî li Xezzeyê ji bo me hemiyan giring e, divê em rola navbeynkariyê bigêrin ji bo ku wî şerî bidawî bînin”.

Herwesa wî got: Li Xezzeyê tawanên dijî mirovatiyê tên kirin û çi zarek nîne ku bikare wê hovîtiyê ron bike ya ku li wê derê diqewime.

Roja 28ê Cotmehê jî, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan li ser pilatforma xwe ya “X”ê nivîsîbû, “Operasiyonên Israîlê bo ser Xezzeyê di zêdebûnê de ne, careke din jin û zarok û xelkê bêguneh ê sivîl dibin armanc, vê yekê jî qeyrana mirovahiyê mezintir kiriye”.

Wî amaje da wê yekê jî ku divê Israîl yekser destan ji wê dînîtiyê berde û êrîşên xwe rawestîne.

Bizava Hemasê li roja 7ê Cotmeha 2023ê êrîş kir ser Israîlê û 1400 Israîlî kuştin û zêdetirî 230 kesan jî revandin. Li beranberî wê yekê jî, artêşa Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.

Li gor ragehandina Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, hejmara kuştiyên wê di vî şerî de heta niha gehiştiye neh hezar û 227 kesan, ku sê hezar û 826 zarok û hezar 405 jî jin in.