Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 03.11.2023ê li Koşka Elysee li Parîsê, ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazî kirin.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de, di civîneke dualî da her du aliyan behsa peywendiyên Fransayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û guftûgoyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa siyasî, ewlekarî û aborî ya Iraqê û pêşhat û aloziyên dawî yên herêmî gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariyên hevbeş yên di navbera wan da di çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera Iraq û Fransayê da kirin û, herwesa, li ser wê yekê ku di rewşa aloz ya navçeyê da, aştî û aramiya Iraqê pêwîst e û divê li hevtêgihiştin û diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam be hevfikir bûn.

Derbarê rewşa aloz li Rojhilata Navîn da, her du aliyan tekezî li ser girîngiya hewlên ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna şer, parastina sivîlan û gihandina alîkariyên mirovî ji bo lêqewimiyan kirin, û li ser wê yekê hevfikir bûn ku, zêdetir alozbûna rewşê dê aramî û seqamgiriya navçeyê bixe di nav metirsiyê da.

Pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê, rewşa Sûriyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş di civînê da hatin gotûbêjkirin.