Li Nepalê 128 kesan di erdhejeke bihêz de canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Nepalê, duhî êvarê erdhejeke bihêz li, zêdetir ji 128 kesan canê xwe jidest dane û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Navenda Erdhejê ya Neteweyî ya Nepalê ragihand, erdhej bi hêza 6.4 pile li gorî pîvana Richterê, li parêzgeha Jajarkot û Karnali rû da.

Berdevkê Polîs Nepalê got, 92 kes li Jajarkot û 36 li taxa li parêzgeha Karnali canê xwe jidest dane û bi dehan birîndar hene.

Berpirs di wê metirsiyê de ne, hejmara qurbaniyên erdhejê zêde bibe, ji ber ku wan nikarîbûn xwe bigihînin wê herêma çiyayî ya ku nêzî navenda erdhejê ye.

Ev erdheja herî tund a li Nepalê ye ji sala 2015an vir ve, ku di encama du erdhejan de li wî welatê li herêma Himalayayê, nêzîkî 9 hezar kesan canê xwe jidest dabûn.

Wan herdu erdhejan, hemû bajar, perestgehên bi sedsalan û şûnwarên dîrokî yên din kirin kavil, zêdetirî milyonek xanî hilweşandin û bû sedema zirarên bi texmîna 6 mîlyar dolar.