Hevserokên HDPê Demîrtaş û Yuksekdag 7 sal in girtî ne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Heft sal di ser girtina hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û parlamenterên wê yên berê re derbas dibin. Di van heft salên dawî de, bi 26 hezar endamên HDPê re lêpirsîn hatine kirin an jî bi awayekî zindanî bûne. 

Hevserokên HSDê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdagê û Siyasetmedarên wê ji 4ê Mijdara sala 2016an ve bênavber tên desteserkirin û zindanîkirin û ev pêvajoya fişarê bi awayekî giştî li du dadagehan, li Dadgeha Enqereyê bi Doza Kobaniyê, li Dadgeha Destûrê jî bi Doza Girtina HDPê berdewam dibe.

Pêvajoya zindanîkirina siyasetmedarên HDPê, di 20 Gulanê ya sala 2016an de bi dengdanekê li ser rakirina parêzbendiya parlamenteran a li Parlamentoya Tirkiyeyê destpê kir.

Bi 367 dengan destûra Tirkiyeyê hate guhertin û parêzbendiya parlamenteran rabû. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku HDP ev du hilbijartin in piştevanê wî ye gotibû: “Digel ku rakirina parêzbendiyan li dijî destûrê, ew ê dengê erê bidin.” Ev piştgriya Kiliçdaroglu, rê li ber dadgehkirina 55 parlamenterên HDPê vekir.

Dema li Tirkiyeyê di 15ê Tirmehê de hewla derbeya leşkerî rû da, bi hinceta vê bûyerê di 20ê Tirmehê de li seranserê Tirkiyeyê Rewşa Awarte hate ragihandin û HDPê jî rojên giran destpê kirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta ku alîkariya darayî bo PKKê dikin, ji 102 şaredariyên DBPê, qeyyûm danî ser 94 şaredariyan û 75 hevşaredar hatin zindanîkirin.

Di 4ê Mijdarê de jî, digel hevserokan 12 parlamenterên HDPê hatin zindanîkirin û hejmarek ji parlamenter û şaredaran hê zindanî ne. Digel ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê çendîn caran daxwaza azadkirina Hevserokên HDPê daye, hikûmeta Tirkiyeyê ev biryar cîbicî nake.

Di hilbijartinên 2019an de, HDPê 65 şaredarî bidest xistin, lê dîsa bi hinceta piştgirîkirina PKKê qeyyûm bi ser 48 şaredariyan hate danîn û 39 hevşaredar hatin zindanîkirin. Ji wan heta niha 33 hevşaredar azad bûne.

Fişarên li dijî HDPê di 7ê Hezîranê ya sala 2021ê de bi doza girtina wê partiyê gihişte lûtkeyê. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo girtina HDPê û qedexekirina 108 siyasetmedarên wê ji siyasetê serî li Dadgeha Destûrê da. Ev doz jî ev du sal in berdewam e û HDPê ji ber tirsa girtina xwe di hilbijartina borî de ji lîsta Partiya Çep a Kesk  beşdarê hilbijartinê bûbû.

Li gor zanyariyên ku HDP belav dike, di van heft salên dawî de. bi 26 hezar endamên wê re lêpirsîn hatine kirin an jî hin ji wan bi awayekî zindanî bûne.

Ji daxuyaniyên berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê wisa diyar dibe ku fişarên li dijî HDPê dê ranewestin. Hikûmeta Tirkiyeyê di wê baweriyê de ye ku HDP baskê siyasî ya PKKê ye û divê rêz li biryarên yasayî were girtin.