Dîndar Zêbarî: Kabîneya nehê dest bi şerekî mezin li beranberî bazirganên madeyên hişber kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragehand ku pêkhatên civakê roleke sereke di rûbirûbûna madeyên hişber de dibînin. Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî jî dibêje ku kabîneya nehê dest bi şerekî mezin li beranberî bazirganên madeyên hişber kiriye.

Sibeha îro roja Yekşemê, 5ê Mijdara 2023ê, bi amadebûna Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî û Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişber Husên Namiq, Beşa Rêkxistinên Cemawerî û Pîşeyî ya Mekteba Siyasî ya PDKyê peneleke girêdayî rûbirûbûna madeyên hişber li jêr navnîşanê “Madeyên Hişber, Enfaleke Din” rêkxist.

Wezîrê Tendirustiyê: Pêkhatên civakê roleke sereke di rûbirûbûna madeyên hişber de dibînin

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di wê penelê de got: Rêxistinên Navdewletî û pêkhatên civakê bi rengekî giştî roleke sereke di berhingarbûna madeyên hişber de dibînin. Divê me navendên çareseriyê û vegerandinê ji aliyê civakî ve hebin.

Herwesa Berzincî got: Me xwast nexweş û tûşbûyiyan ji hev cuda bikin. Niha li hemî çaksaziyên Herêma Kurdistanê bingehên tendirustiyê hene ku çavdêriya wan kesan dikin ên ji ber bikaranîn an jî bazirganîkirina bi madeyên hişber hatine girtin. Lê ji aliyê civakî ve, divê ew kes bên çarekirin û dîsa bibin kesên civakî. Me ji bo vê yekê jî bi Wezareta Kar û Karûbarên Civakî re bernameyeke baş danaye û xistiye di warê bicîanînê de.

Wezîrê Tendirustiyê herwesa ron kir, “qanûna yekê di kabîneya nehê de li sala 2020ê li ser mijara madeyên hişber hat behskirin ku ji heft beş û 50 madeyên qanûnî pêk tê. Ew jî ji du beşan pêk tê; beşek çawaniya berhingarbûn û rêgirtina li madeyên hişber û aliyê çereseriyê ye, beşê din jî aliyê dadwerî û sizayê ye.

Dîndar Zêbarî: Bikaranîna Madeyên Hişber metirsiyeke rûbirûyî me tevan bûye

Dîndar Zêbarî jî di wê penelê de got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê qanûna hejmar yek a sala 2020ê ya madeyên hişber û kartêkerên mejî derxist û lijneyeke bilind jî ji bo xweparastinê ji madeyên hişber pêk anî.

Wekî ku Zêbarî amaje daye, “Pêştir Herêma Kurdistanê tenê wekî rêyekê ji bo veguhastina madeyên hişber ji bo welatên deverê û cîhanê dihat bikaranîn, lê em niha bikarîner, berhemîner û veguhêzerên madeyên hişber in. Ev jî bi rastî metirsiyeke û rûbirûyî me û hemî cîhanê bûye.

Herwesa wî ragehand ku kabîneya nehê dest bi şerekî mezin li beranberî bazirganên madeyên hişber kiriye û di du salên borî de zêdetirî 400 bazirganên madeyên hişber girtine. Herwesa got: Îraqê heta niha çi raportek li ser metirsiyên madeyên hişber nedaye rêkxistinên navdewletî.

Li dû gotinên Zêbarî, ji sala 2014ê heta 2019ê, hejmara dozên girêdayî madeyên hişber li Herêma Kurdistanê nedigehişt 100 kesan. Ji sala 2019ê heta niha, amar gehiştine asteke gelek metirsîdar. Niha hejmara wan di ser çar hezar kesan de ye ku zêdetirî nîva hejmara zindaniyên nav çaksaziyan pêk tîne û piraniya wan jî ciwan in.

Zêbarî amaje da wê yekê jî ku cihê cografî yê Herêma Kurdistanê, neseqamgîriya sinoran û hebûna komên çekdar wesa kiriye ku madeyên hişber bi hêsanî belav bibin.

Li dawiyê jî Zêbarî daxwaza arîkariyê ji Hikûmeta Federal û aliyên navdewletî û taybet Nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî kir ku ji bo berhingarbûna madeyên hişber bi wan re arîkar bin.