Asayîşa Hewlêrê bandeke Bikaranîna pereyên sexte digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Asayîşa Hewlêrê bandeke bikaranîna pereyên sexte girt û wê bandê piştî lêkolînê itîraf bi Tawana xwe kir.

Îro roja Yekşemê, 5ê Mijdara 2023ê, Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê di ragehandinekê de girtina bandeke bikaranîna pereyên sexte li bajarê Hewlêrê eşkere kir.

Li dû wê ragehandina Asayîşa Hewlêrê, piştî wergirtina fermana Dadwerê Lêkolînê yê Asayîşa Hewlêrê, hêzên wan çar tometbar bi navên M. R. S., M. N. S., M. M. R, û A. D. E. bi tawana bikaranîna gelek pereyên sexte (pêncî hezarî, bîst û pênc hezarî, deh hezarî û pênc-hezarî) li bazarên Hewlêrê girtine.

Rojnamevanê K24ê Alan Zendî li dû vê mijarê çûye û amaje daye wê yekê ku pereyên Îraqî û dolar ên sexte li cem wan her çar kesan hebûne û li yaneyên şevê û dîsko û baran bi ser jinên semaker de barandine. Piştî ku wan jinan zanîbû ew pere sexte bûn, ew nîgeran bûbûn û skala li dijî wan tometbaran tomar kiribûn.

Zêdebarî wê yekê jî, wan tometbaran bi wan pereyên sexte matorsikl û kelûpelên din jî kirîbûn.