Serokwezîrê Iraqê gihîşt Tehranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serdaneke fermî gihîşt Tehranê, Paytexta Îranê.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Sûdanî îro 6ê Mijdara 2023an bi serdaneke fermî gihîşt Tehranê.

Li gorî zanyariyan, Serokwezîrê Iraqê piştî Îranê dê serdana welatên Kendava Erebî jî bike.

Serdana Sûdanî di demekê de ye, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken duhî gihîşt Bexdayê û ligel Sûdanî civiya.

Piştî Blinken civînê di kongreyeke rojnamevanî de got: Êrîş û gefên grûpên çekdar ên li dijî Amerîkayê li Iraqê nayên qebûlkirin û ew ê her karekî ji bo parastina welatiyên xwe bikin.

Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, rewşa siyasî li Rojhilata Navîn aloztir kiriye ku piraniya welatên rojava piştevaniya xwe ji Israîlê re radigihînin, li hemberê jî welatên navçeyê banga rawestandina tundûtûjiya zêde ya li dijî niştecihên xezzeyê dikin.

Hevdem jî, hin grûpên çekdar li Iraq û Sûriyeyê baregehên Amerîkayê li wan welatan armanc digirin û gefa derxistina wê dixwin.