HRW: Rêjîma Sûriyê çekê qedexekirî li Idlibê bikar aniye

Paşmaya mûşekeke goşeyî ya ji cureya 9M27K Uragan 220 mm a li gundê Termanînê ketiye - 6/10/2023
Paşmaya mûşekeke goşeyî ya ji cureya 9M27K Uragan 220 mm a li gundê Termanînê ketiye - 6/10/2023

Navenda Nûçeyan (K24) – Human Rights Watch (HRW) radigihîne, rêjîma Sûriyeyê çekên qedexekirî bi awayekî berfireh li bakurê rojavayê Sûriyê bikar aniye.

Rêxistina Human Rights Watch duhî di daxuyaniyekê de ragihand, rêjîma Sûriyeyê di 6ê Cotmeha 2023an de bajarokê Tirmanînê yê li bakurê Idlibê bi bombeyên goşeyî bombebaran kir.

Diyar kir jî, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 9 birîndar bûn. Herwiha roja din û paşmayeke wê bombeyê teqiya û 3 zarokên din birîndar bûn.

Cîgirê Rêveberê Rojhilata Navîn ê HRW Adam Coogle got: “Bikaranîna bombeyên goşeyî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve, trajîdiya van çekan û bandorên wan ên wêranker û kronîk nîşan dide.”

Herwiha got jî: “Di nava vê bombebarana berdewam a hêzên Sûriye û Rûsyayê de, zarokên Idlibê careke din dibin qurbaniyên kiryarên leşkerî yên hovane û neyasayî.”

Hêzên Sûrî û Rûsî di navbera 5 - 27 Cotmeha borî de dest bi operasyoneke leşkerî ya mezin li seranserê Idlib û rojavayê Helebê kiribû ku tê de zêdetir ji 2300 cihan hatin armanckirin.

Li gorî Ofîsa Hevahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve (OCHA), di operasyonê de, zêdetir ji 70 kesî hatin kuştin, 338 kes birîndar bûn û 120 hezar kes jî koçber bûn.

Neteweyên Yekgirtî jî got, di êrîşan de ku carinan çekên şewitandinê dihatin bikaranîn, ziyaneke mezin gihîşt saziyên xizmetguzarî û binesaziyê, wek navendên tenduristiyê û 17 dibistanan.

Ev operasyona ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye kirin, weke tolhildanek ji êrîşa ku li Akademiya Leşkerî li Humsê di 5ê Cotmehê de hatiye kirin bû, ku tê de herî kêm 120 kes hatin kuştin.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya wê êrîşê negirtiye ser xwe, lê Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê, rêxistinên terorîstî (bêyî ku wan eşkere bike) tometbar kirin û soz bersivdana bi tundî da.