Sedî Pîre: Em dê li ser asteke bilind li Pîrmamê bi PDKyê re bicivin

Berdevkê YNKyê, Sedî Pîre
Berdevkê YNKyê, Sedî Pîre

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê YNKyê ragehand ku ew dê sibe roja Sêşemê li ser asteke bilind li Pîrmamê bi PDKyê re bicivin û dê danûstandinan li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û çend pirsên din ên giring bikin.

Îro roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, Berdevkê YNKyê Sedî Ehmed Pîre di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku sibe PDK û YNK dê bicivin.

Berdevkê YNKyê amaje da wê yekê jî ku ev civîna PDK û YNKyê dê li Pîrmamê û li ser asteke bilind a herdu partan bê kirin.

Berdevkê YNKyê behsa wê yekê jî kir ku ew mijarên peywendî bi arêşeyên navbera YNK û PDKyê ve heye, pirsa hilbijartinan, dabînkirina mûçeyan û arêşe û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dê di civîna sibe de bên behskirin.

Pêştir Kurdistan24ê ji çavkaniyekê ji Mekteba Siyasî ya PDKyê parve kiriye, sibe roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, seet 11:00ê sibehê, mektebên siyasî yên PDK û YNKyê dê li Pîrmamê bicivin.

Li dû zanyaran, Cîgirên Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, dê serokatiya şanda PDKyê bikin û Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Serokê Tîma YNKyê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Qubad Talebanî jî dê serokatiya şanda YNKyê bikin.

Dawî civîna PDK û YNKyê li roja 30ê Tîrmeha 2023ê li Silêmaniyê hatibû kirin. Di civîna vê carê de, hilbijartinên bên ên Perlemana Kurdistanê, rewşa niha ya deverê û peywendiyên herdu aliyan dê mijarên danûstandinan bin.