Wezîra Karûbarên Civakî sîstema yekpencerê li Hewlêrê ragehand

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sîstema yekpencerê li Rêveberiya Tora Parastina Civakî ya Hewlêrê ragehand. Herwesa wê eşkere kir ku dê li paşerojeke nêzîk li Dihokê jî ew sîstem bê danan.

Îro roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, di merasîmekê de bi amadebûna Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmareke berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sîstema yekpencerê li Rêveberiya Tora Parastina Civakî ya Hewlêrê hat ragehandin.

Herwesa Kwêstanê got: Me Rêveberê Destebera Hewlêrê jî raspardiye ku ew jî lezê bike ku Rêveberiya Tora Parastina Karkeran jî bibe yekpencer. Ew jî xizmeteke ji bo texa karkeran û xwediyên karan jî maf heye karên wan bi rengekî baş bimeşin.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî amaje da wê yekê jî ku ev destkeft ji bo xizmeta welatiyan e bi rengekî giştî û ji bo xwedan pêdivên taybet û kurtebalayan e bi rengekî taybet.

Herwesa wê got: Me piraniya karên xwe xistine xizmeta xwedan pêdiviyên taybet û kêmendaman. Ev piroje jî destkeftekî din ê kabîneya nû ye ji bo kêmendam û xwedan pêdiviyên taybet û kurtebalayan, ku di vê kabîneyê de ji bo cara yekê ye di karnameyên hikûmetê de amaje bi zêdetir xizmetkirina xwedan pêdiviyên taybet û kêmendaman tê dan.

Kwêstan Mihemed ew yek jî ragehand: Di vê kabîneyê de gelek xizmeta xwedan pêdiviyên taybet û kurtebalayan hatiye kirin, li ser çend pirojeyên taybet jî berdewam e ku dê li paşerojê bên ragehandin û em niha li ser wan kar dikin.