Qeyrana aborî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kûrtir dibe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hatina werzê Zivistanê re, nirxê hejmarek kelûpelan li seranserî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bilind bûye. Hikûmeta Sûriyeyê nirxê nan û şîr li herêmên xwe zêde kiriye, ji ber wê jî şîr kêm bûye û xelkê Rojavayê Kurdistanê zehmetiyê ji bo peydakirina şîr ji zarokên xwe re dibînin.

Kêmbûna şîr li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka din ji welatiyan derxistiye. Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser peydakirina şîrê zarokan zehmet e, nemaze şîrê ku ji navçeyên rejîma Sûriyê re derbasî herêmê dibe.

Dermansazê li Qamişlo Selah Remo dibêje, berê dermansaz û doktoran şîr ji herêmê re peyda dikirin, niha ev bûye karekî bazirganî û nirxê wê nayê kontrolkirin.

Qutiya şîrê 400 gram ji 60 hezarî bo 100 - 150 hezar lîreyên Sûrî derketiye. Selah Ramo jî dibêje, xelk nikarin şîr bikirin, bi taybetî karmendên hikûmetê û yên ku zêdetir ji zarokekî wan hene, lewra ew bang li rêxistinên mirovî dike ku di peydakirina şîrê zarokan de alîkariya malbatan bikin.

Ne tenê nirxê şîr, lê belê nirxê hemû kelpelan li seranserî Sûriyê bilind bûye. Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) pêştir ragihandibû, ji destpêka îsal ve nirxê madeyên xwarinê yên bingehîn li Sûriyê sê qatan zêde bûye.