Seidî Pîre: Civîna PDK û YNKê gava yekem e ji bo çareseriya pirsgirêkan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê YNK'ê diyar kir, civîna PDK û YNKê erênî derbas bû û dê di pêşerojê de encamên erênî  bên dîtin. Tekez kir jî, ev civîn gava yekem e ji bo çareseriya pirsgirêkan.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro 07.11.2023, li baregaha Polîtburoya PDKê li Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê civiyabûn.

Di vê derbarê de, Berdevkê YNK'ê Seîd Pîre ji K24ê re got, ew di wê baweriyê de ne ku ev civîn û civînên bi vî rengî dê bibin sedema encamên erênî, bi taybetî ku her du alî li ser asta bilind civiyan.

Got jî, ew babetên ku YNK û PDK li ser wan hevnêrîn in, di civînê de hatin cibicîkirin, ta ku bi aliyên din ên siyasî re, bikarin berevaniyê li qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê bikin.

Da zanîn jî, YNK û PDKê li ser wê yekê lihev kirin ku bi aliyên din re piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, bi taybetî ji bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û giringîdan bi jiyana welatiyan bi giştî.

Berdevkê YNKê tekez kir, pêwîstiya YNK û PDKê bi çareserkirina pirsgirêkan heye, ji ber ku ti alternatîveke din ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan nîne.

Seidî Pîra got, civîna îro gava yekem e ji bo çareseriya pirsgirêkan. Diyar kir jî, di civînên bê de dê encamên rast ên vê civînê û civînên din bi kirdarî nîşanî welatiyên Herêma Kurdistanê bidin.

Tekez jî kir, YNK û PDK di dema borî, niha û paşerojê de jî wek du hêzên siyasî yên bibandor li ser qada siyasî ya Kurdistanê hevrik in û armanca wan ew e, desthilatê bidest bixin ji bo zêdetir xizmeta ji welatiyên Kurdistanê bikin.

Destnîşan kir jî, hewl tê dayîn ku nakokiyên navxwe ji bo kêmkirina qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê bikar bînin, ji ber vê jî bi pêwîstî zanî ku PDK û YNKê bi karnemeyeke hevpar rûbirûyî va hewlan bibin.