Tîmên lêkolînê hewla rizgarkirina berhemên dîrokî yên Heskîfê didin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Niha piraniya şaristaniya Heskîfê ya Bakurê Kurdistanê, di bin ava projeya bendeva Îlîsu de maye. Şaristaniya Heskîfê vedigere 12 hezar salan û şopên zêdetirî 15 kultur û şaristaniyan tê de hatine dîtin. Niha lêkolîn zêdetir li keleha bilind tên kirin ku hê neketine bin avê.

Beşeke mezin ya Şaristaniya Heskîfê ya 12 hezar salî, di bin ava bendava Îlîsu de maye. Ava bendavê her diçe bilind dibe, deverên mane jî çirke bi çirke dikevin bin avê.

Ji ber bilindbûna avê, niha zêdetir karên rizgarkirina berhem û paşmayên dîrokî li kela bilind ya Heskîfê tê kirin. Serokê tîma lêkolînê dibêje, di hemû deman de Heskîf navendeke girîng bû.

Serokê Lêkolînên Heskîfê Doç. Dr. Zekarî Erdal dibêje: “Lêkolînên Heskîfê yekemcar sala 1984 dest pê kirin. Heskîf wek kevintirîn wargehê mirovahî tê qebûlkirin. Heta niha li gel şopên beriya dîrok û neolîtîkê, berhem û şopên şaristaniyên Asûr, Med, Sasanî, Bîzans-Roma, Emewî-Ebasî, Hemdanî-Merwanî-Artûxî, Eyubî û împaratoriya Osmanî hatine dîtin.”

Di her bosteke axa Heskîfê de dîrok heye. Niha kolandin bo dema sêyem ya arkeolojiyê tên kirin. Lêkolîn ji hêla pisporên dîrokî, wêjeyî û hunerî ve tên meşandin.

Erdal got jî: “Heskîf navendeke girîng ya devera Cizîrê ye ku wek mezopatamya tê binavkirin. ji dema Asuriyan ve 12 şaristaniyan li Heskifê şopên xwe hîştine Navendeke giring ya şaristaniya îslamî ye jî. Di dema Eyubî û Artuxiyan de paytext bû. ji ber vê huner, mûzîk, zanist û edebiyat pêşketiye.”

ji ber projeya bendava Îlîsû, lêkolînên destpêkê sala 1984 dest pê kirine. Hê jî berdewam dibin. Bendava Îlîsû li gel nerazîbûnên xelkê navçeyê û komeleyên jîngeh û dîrokî nehate rawestandin û piraniya şaristaniyên qerax ava Dîcle û Ava Botanê ketin bin ava bendavê.