Biden ji Netanyahu dixwaze ku şerî rawestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê di peywendiyeke tilefonî de daxwaz ji Serokwezîrê Israîlê kir ku bi rengekî demkî şerî rawestîne.

Li gor ragehandina Koçka Spî, Serokê Amerîkayê Joe Biden di peywendiyeke tilefonî de daxwaz ji Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu kir ku bi rengekî demkî şerî rawestîne, bi merema gehiştina arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê û derfeta azadkirina revandiyan.

Tê zanîn ku Biden ji Netanyahu xwastiye ji bo dema sê rojan agirbestê ragehîne, ji bo derfeta azadkirina 10 heta 15 revandiyan ji bin destê Hemasê.

Li gor çend çavkaniyan, Netanyahu tekez kiriye ku bi çi rengekî rêyê nade sotemenî ji bo Kertê Xezzeyê biçin û agirsbetê jî ranagehîne heta revandî ji aliyê Hemasê ve neyên azadkirin.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîl wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.

Li gor dawî amar, hejmara kuştiyan li Xezzeyê ji 10 hezar kesan derbaz bûye. Herwesa li dû ragehandina Tendirustiya Xezzeyê, 70% ji qurbaniyan jin, zarok û pîr û kal in.